ŞENGAL – Li Şengalê bi sedan kes li dijî polîtîkayên dorpêçkirina Şengalê û çêkirina dîwarên li ser sînor ber bi sînor ve dimeşin. Artêşa Iraqê bi hêzeke mezin rê li ber girseya gel girtiye û hewl dide meşê asteng bike.
Hikumeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike, serî li rê û rêbazên nû dide. Ev nêzî meheke artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû ku bi taybet ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi sîman dorpêç bike. Iraq di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de dîwar çêdike.
Li dijî polîtîkayên hikumeta serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî xelkê Şengalê îro meşek girseyî lidarxist. Bi sedan kesên li Komelgeha Xanesor û Sinunê kombûn, berê xwe dan baregeha artêşa Iraq ya li Tirbika ku ev baregehê nêzî sînore.
Lê artêşa Iraqê bi hêzeke mezin rê li ber gel girseyê girtiye û nahêle girse bimeşe. Tevî artêşa Iraqê hatibû agahdarkirin, lê dîsan bi hêceta ku agahiya wan ji meşê nînin, rê li ber girseya gel girtiye.
Herwiha li gorî agahiyan gelek Erebên ku xwestine tevlî meşê bibin, ji aliyê hêzên Iraqê ve gef li wan hatiye xwarin da ku tevlî meşê nebin.
Di van kêliyan de aloziya li herêmê dewam dike, hevdîtin tên kirin lê heya niha ti encamek derneketiye.