MINBIÇ – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan, duh (Pêncşemê) 4 kesên ku pereyên sexte li Minbicê belav dikirin, girtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Piştî wergirtina agahiyên ku pereyên sexte li sûkên bajar hene, hêzên me yên pisporê ketin tevgerê û bi 4 kesan bi guman bû. Piştî şopandina liv û tevgera wan kesan û komkirina agahiyên ku îsbat dike ew kesên ku pereyên sexte belav dikin, kemînek ji wan re hate danîn. Di encama kemînê de hatin girtin. Li gel wan kesan 4 hezar û 400 dolarên amerîkî yên sextet hatin dîtin.
Di lêpirsînê de wan kesên li xwe mikur hatin ku hîle li xwediyên dikanan dikirin. Li ser vê yekê ew kes radestî dadgehê hatin kirin da ku li gorî qanûnê werin cezakirin.”