ATÎNA – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Komeleya Çandê ya Kurdistanê, li paytexta Yewnanistanê li Atînayê çalakiyek pêk anî. Sazî û ciwanên kurd aşkera kirin ku hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û ev hevkariya qirêj bi meşekê şermezar kir. Meşê li ber akademiyê dest pê kir, heta ber konsolosxaneya Tirkan dewam kir. Meşa ku bi sedan Kurdistanî beşdar bûn, rêxistinên enternasyonalîst, sosyalîst, anarşîst û şoreşger piştgirî dan.
Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimire îxanet” û “Bijî berxwedana gerîlayan” hatin berzkirin. Çalakvanên li ber konsolosxaneya Tirkiyeyê daxuyanî da, polîsan bi gaza îsotê êrîşê girseyê kir. Girseyê li dijî êrîşê xwe parast û li wir daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku destkeftiyên gelê Kurd bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine bi destxistin û aşkera kirin ku PDK van destkeftiyan bi rêyên îxanetê dixe xetereyê.
Piştî daxuyaniyê, girseyê çalakiya xwe bi dirûşmeyan bi dawî kir.