MINBIC – Malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan duh li Minbicê du bazirganê narkotîkê girtin.
Hêzê diyar kir ku piştî şopandinê û komkirina delîlan, her du bazirgan bi kemînekê girtin.
Li gorî malperê hêzan bi her du bazirgana re, 564 hebên Captagonê hatin desteserkirin. Di lêpirsînê de li xwe mikur hatin ku gelek pere ji vê bazirganiyê qezenc kirine. Piştî bidawîbûna lêpirsînê, ji Desteya Serdozgeriya Giştî re hatin veguhastin.