NAVENDA NÛÇEYAN –
Dibe ku di hemû civakên ku zihniyeta desthilatdar lê dijî, liwir bûyîna jin zehmet be, lê di civakeke ku di dîroka xwe de her tim dijminê wê çêbûye û her tim şer dîtiye de zehmet bûyîna jinbûnê cuda ye. Ji nasnameya xwişk bûyînê, heya nasnameya keçik bûyînê, di piştre jî jibo nasnameya hevjîn, nasnemaya dayîk wêdetir bibîne, divê rêyek pir dijwar re derbas bike. Dema ku di Têkoşîna Azadiyê de, kesayeta pêşeng a jinê derket holê, ev rê li gel astengiyên xwe, bi jinê yek bi yek hat derbas kirin…
Li Kurdistan‘ê de jin hertim pêşeng bû. Her çiqas feodalîzma civakê li pêş de be jî… Car dibû pêşengiya eşîran dikir, car dibû di şerde di refên pêş de cihê xwe digirt. Ne tenê bi nasnemaya ku civakê jê re çandiye, bi serkeftî li dijî wê jî derdikeve.
Her jinek avakirinek jiyanê ye. Û her serkeftîyek çîrokeke wê ye girîng heye. Dayika Uveyş jî, ji wan jinên ku divê çîroka wan ders were girtin, xwediyê çîrokek wisa bû . Hem çîroka jiyana wê û hem jî xwedîbûna kurekî , ku pêşengiya şiyarbûna civakê kir, pîroziya dayîk bûnê, pîroziya jinê fêrî me kir. Uveyş, li gundê Amara yê navçeya Halfetî ya Rihayê ji dayik bû, bi gundîyê wan ê bi navê Omer re dizewice û dibe xwediyê 7 zarokan. Omer feodalîzma civaka ku tê de mezin bûye ser xwe hildigire, belkî ev feodalîzm li hemberî malbata wî ne zêde bi bandor e, lê helwesta Dayika Uveyş ya li hemberî wî her tim eşkere ye.
Dayika Uveyş di zehmetiyên civaka feodal de wek jinek feodal mezin dibe, zarokên xwe jî wisa mezin dike. Di bin zexta civakê de mezinkirina zarokan, a herî girîng,mezinkirina keçan weke zarokên li gorî kevneşopiyê, bi tirs tên mezinkirin, mezinkirina zarokên kurîn jî wek zarokên kevneşopîyê ye lê hîn çêtir tên dîtin, zarokên kurîn li keçan cuda tên girtin, wek berdewamîya feodalizmê tên qebul kirin, bi vê rengî mezinkirina zarokan jibo Dayika Uveyş jî wisa ye, bi zehmet e. Lê rewş çiqas jî bi gotina pergala feodalizmê rêvebiçe jî, di her malbatê de zarokek heye ku van rêgezên dê û bav qebul nake. Naxwaze bibe wek mirovekî rêgezên dê û bav û hertim li dijî wan derdikeve. Di nav zarokên Dayika Uveyş jî kurê wê yê bi navê Abdullah guh nade rêzikên malbatê. Naxwaze nasnameya feodal a ku civak dixwaze biafirîne hilgire. Bê guman bandora Dayika Uveyş jî li ser vê yekê heye. Lê xwe de ısrarkirina wî, aliyekî wî ye ku Dayika Uveyş jî jê gilîdar e .
Cudahiya Abdullah ji zarokên din ew bû ku; Serîhildana wî, ne ji bo armanca hilweşînê bû, ji bo armanca çêker bû, ji nû ve afirandin û di rêya jiyana rast de were jiyandin.nArmanca wî ev bû.nSerîhildana Abdullah mîna serhildaneke bêhempa bû, ev serîhildana wî li gundê ku ji dayik bûye bi ser ket û herikî çiyayan. Dayika Uveyş jî parçeyek ji vê serhildanê bû, dayika serhildanê bû. Di dema ku kurê wî Abdullah weke rojekê li welatê xwe yê Kurdistanê, Kurdistana di bin mêtîngehê de hate dinê, Ew dem Dayika Uveyş jî bû kesayetekî ji vê serhildanê. Dibe ku kurê wî nemimkunî hilbijartibû. Ne mimkun bu ku armanca wî biserkeve. Nêrîna wê de wisa dihat xuya kirin. Lê gava ku baweriya bi wî dest pê kir gihîşt bi hezaran, ew tiştên xuyayî, ê nemimkun de jî bi ser ket. Ewî nemimkunî ji holê rakir. Ew êdî bibû Roja gel. Dayika Uveyş, bibû dayika Rojê. Wê ji kurê xwe bawer dikir ku, kurê wê, dê bi gel, bi mîlyonan mirovî, vê yekê bi dest bixista. Kurê wî pêşengek bû ku şêweya herî xweş a azadiyê ji jin, zarok, ciwan,kal û pîran afirand. Û welatê tarî, bi wî bû welatê ronahiyê…
Dayika Uveyş nexweşîya wê diyabet bû, dema ku li Edenê tedawî dibû, ji ber nexweşîyê lingekî wê tê jêkirin. Dayika Ûveyş ku salek li vir dihat tedawî kirin di 11’ê Nîsana 1993’an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wê li cihê ji dayik bû û gelek jê hez dikir, li Amara‘yê tê definkirin.
Wê demê, ew bi hesreta kurê xwe çavên xwe li bêdawîtiyê digre, dibe dayîka bi hezaran, dibe Dayika pîroz, jiber ku ronahiya gelan wê aniye dinyayê…