NAVENDA NÛÇEYAN – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dayîka Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Uweyş, di 29’emîn salvegera wefata xwe de hat bîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dayîka Rêberê gelan Abdulah Ocalan, Uweyş di 29’emîn salvegera wefata xwe de bi awayek girseyî li Saziya Malbatên Şehîdan hat bîranîn. Beriya ku axaftin were kirin di kesayeta dayîka Uweyş de hemû dayîkên Şehîd bi bîr anîn û ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê axatinek ji aliyê Hevseroka Şaredariya wargehê Fatma Bîlen ve hat kirin.
Fatma Bîlen dayîka Uweyş bi bîr anî û got: “Em jî weke gelê wargehê di kesayeta dayîka Uweyş de hemû dayîkên şehîdan bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewîninn. Dayîka Uweyş ne tenê dayîka Rêber Apo bû, dayîka hemû mirovên welatparêz, hemî kesên ku li ser rêya ewladê wê dimeşe ye. Ew ji weke hemû dayîkên Kurdistanê dilê wê bi êş, bi keder û hemû hêviyên wê pêre mayî ji vê dinyayê koç kir. Em jî weke hemû dayîkên welatparêz hêvî û daxwazên wê bi cih bînin û li ser xeta ewladê wê bi meşin.”
Piştî axaftina Fatma Bîlen daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.