RIHA – Dayika Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Ûveyş Ocalan di 11’ê Nîsana 1993’an de li Edeneyê jiyana xwe ji dest da. Rêberê Gelan, diyar kir ku Dayika Uveyş dayika serhildanê ye, di analîza xwe ya 11’ê Nîsana 1994’an de balê dikişîne ser wê yekê û diyar dike kuku mafê dayiktiyê ancax bi têkoşîneke dijwar tê dayîn.
Bi boneya salvegera wefata wê kurê wê Mehmet Ocalan têkildarî wê ji ajansa me re axivî.
Mehmet Ocalan derbarê Dayika Ûveyş de wiha axivî:
Tabi mirov dû sê salî dibe şunda, dayika xwe çawa pê re jiyan kiriye, pir hindik dizane. Dayika wisa bû, dayika me jiyana wê qiran bû, hetanî zemanekî, yanî belkî di malê da, keçikê xwe re bû, kurikê xwe re bû, wê zamanê dewar hebû, ga hebû, mêh hebûn, bizin hebûn û pir hindik erdê me hebû. Bavê min cot dikir, lê dayika min ser bilindî dikir, her tişt dixwest ku bi gotina xwe, bi kirina xwe bike. Wisa bû jî. Yanî raste rast wisa bû jî. Tabî jiyana wê jî hetanî demekî werganî dajot, yanî em êdî neh deh salî dibûn, em diçûne ber kara, berxa, ber heywanê ga, manga, em diçûne ber. Jiyan bi vî rengî diçû. Baş tê hişê min, zaroktiya me de, bi me re digot, vana bûne arî sor , di derekî nasekinin digot. Ez û Serok em pişta hevbûn, di navbera me de sal û nîvek belkî dû sal tûne bû. Serok pir digeriya, yanî diçû çolê li çûka digeriya, li heywanê din digeriya, ji çolê, yanî bax baxçe pir hezdikir. Dayika min jî ditirsîya. Digot ev zarokê min in, ev diçin çolê, mer hene, tişt hene, tiştekî were serê vana û dû xwişkên me hebû, yek
Gülsüm bû yek jî Havva bû Fatma biçûk bû. Bavê me dayika me ew şopê me dixistin, digotin herin ev li kûderêne. Rojekî ku tê hişê min em derve bûn, hatin em birin malê, dayika min yek ji xwe razî bû, digot hûn nasekinin. Ez û Serok bi hevre en girtin, got ez encax we bikime xanî. Em kirin xanî, dêrî li ser me de kilît kir. Bêdara malê, li pişt gûnd bû, çû bêderê, ew çax zad hebû, genim hebû, nîsk hebû, ceh û kizin hebûn , diçûn ev çêdikirin. Demên berê tiştê teknîk tûnebû. Bi bêjîngê, bi seradê, ev çêdikirin. Em jî di xanî de man e, em çibikin. Cîranêkî me hebû, sêwî bû. Merivekî me zarokên wî tûnebû, ewî ev cîranê sêwî xwedî dikir. Ewî hat dêrî ji derve li ser me vekir. Em ji xanî derketin. Dayika piştre hate mal. Dayika me jî jiyana wê wiha bû. Di dawiyê de jiyana wê giran bû, yanî çawa giran bû? Dema Serok dest bi vê têkoşînê kir, Serok li gel wê çû, hem lawê xwe yê din Osman jî li gel çû, ez tenê li gel mam. Ew dem jî , dema ku dayik zarokê xwe winda bike , pir jê re giran dihat. Digot ax min rojekî pêşiya mirinê zarokên xwe bidîta? Vê dawiyê ez tenê wek lawik li gel bûm. Ew dem tevgera ciwana hebû û bûyer pir dibûn. Li dora Xelfetiyê tiştek dibû, ewê ez hertim digirtim.
Ew jî tenê dima. Zarok jî li gel tûnebû. Dû zarokê xwe winda kiriye, ez jî ku diçûm. Ev dawiyê dilê wê pir teng bibû. Zordariya dewletê jî li ser me pir giran bû. Emrê xwe yê dawiyê pir giranî, bi zorê, bi reşî, derbas kir. Li dawiyê dema ku derbeya ku Kenan Evren kir , ew dem hîn giran bû. Ew dem em diçûn ki gel cîranan, cîranan cih jî nedidane me. Digotin hûn li dijî dewletê tên, dewlet jî tê malê wê zordarî dike, ku we li malê me de bibînin, ê zordarî li me jî bikin. Ew dem bi vî rengî bû. Dewletê pir li ser me zordarî dikir. Di sala 1986‘an de dewlet ji me re bazarî dikir, digot an emê we tûne bikin, an jî hûnê livir derkevin. Em ne fermî şandine sirgunê. Ev jî wê pir giran hat. Ku tû emrê xwe, zarokatiya xwe de li vî gûndî bî, livir mezin bibî, zarokên te hebin û ku tû li gûn bar bikî, werî sirgun kirin, tiştek pir giran e. Em sirgunê Edenê kirin, Emrê me pir hindik liwir derbas bû. Li wê derê jî dengasîyek mezin hebû. Welat hertim li bîra wê de bû. Dixwest were welat. Ku dihate welat jî, rewşa welat pir giran bû. Li rojevê de Serok hebû. Û dû zarokê xwe winda kiriye, digot ezê rojekî zarokên xwe bibînim an nebînim. Jiyana xwe bi vî rengî derbas kir. Pir bi giranî derbas kir. Bi kurtasî ez dikarim vê bibêjim.
Niha jî ev eynî wiha dimeşe. Kî hêza wî pir be, li ser ê hêza wan tûneye, hem bi fîzîkî, hem bi sîyasî zordarî dike. Ew dem jî wisa bû. Zarokên feqîr hebûn, hinek jî ê serhişt hebûn, li wana zordarî dikir, Serok tim dixwest ewê zordarî dibînin hertim pilota wan bigre. Yanî tarzek e wî wiha hebû. Zarokên feqîr hertim diparast. Jiyana xwe di zaroktîya xwe bi vî rengî derbas kir. Zarodarî qet qebul nedikir. Herkes jî dizanibû kû jiyana xwe de bi vî rengî bû. Bi kurtasî Ez dikarim vana bibêjim.
Dayika min bi navê xwe Ûveyş dibêjin. Dewletê 11’yê Avrêl‘a sala 1986‘ande em sirgunê Edenê kirin. 11’yê Avrêl’a sala 1993‘ande jî li Edenê wefat kir. Yanî ev her du roj ango roja wefata wê û surgunê her tim di bîra me de ne.