BEHDÎNAN – Nûnerê girtiyên Behdînanê Ayhan Seîd têkildarî rewşa girtiyên Behdînanê û 5 çalakvanên Şêladizê yên di girtîgehê de, daxuyaniyeke nivîskî da.
Li gorî Rojnewsê di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku salek û 4 meh e 5 çalakvanên Şêladizê li gel gelek girtiyên din ên Behdînanê di girtîgeha asayîşa giştî ya Hewlêrê de tên ragirtin û hat gotin ku bi rêya malbatên girtiyan bihîstine ku rewşa 5 çalakvanên Şêladizê xirab e.
Di daxuyaniyê de hat gotin yek ji girtiyan ji ber ku demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ye, ji ser hişê xwe çûye. Her wiha hat diyarkirin ku girtiyan wesiyetnameyên xwe pêşkêşî malbatên xwe kirine û li benda mirinê mane.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: “Rewşa girtiyan gelekî xirab e û divê çarenûsa wan were diyarkirin. Gelek binpêkirinên mafan li beramberî girtiyan tên kirin. Hêzên ewlehiyê îşkenceyê li wan dikin û dîmenên wan kişandine. Rê nadin parêzer wan bibînin. Di dema lêpirsînê de tevahî gotin û îfadeyên wan hatine guhertin û bi wan dane îmzekirin.”
Di dawiyê de jî bang li raya giştî, saziyên mafên mirov tê kirin ku li rewşa girtiyan bipirsin da ku bikarin li gel parêzerên xwe hevdîtin bikin û roja dadgehkirina wan were diyarkirin.