MINBIC – Komîteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Minbicê bi dirûşma “Em dikarin xwe bi rêve bibin, lê bi awayekî ku parastina destkeftiyên şoreşa xwe misoger bikin”, yekemîn foruma ciwanan li dar xist. Di forumê de rola ciwanan di civakê de û pirsgirêk û zehmetiyên ku rastî ciwanan tên hatin nîqaşkirin.
Forum bi beşdarbûna endamên nivîsgehên ciwanan ên partiyên siyasî yên li Minbic, Yekitiya Rewşenbîran, Tevgera Xwendekarên Demokratîk, Komîteya Perwerde û Hîndekariyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê Minbicê li avahiya meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê hate lidarxistin.
Şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Şiyar Mihemed bal kişand ser girîngiya ciwanan û rola wan di avakirina civakan de û şerê taybet ku ji gelek aliyan ve li dijî ciwanan tê kirin.
Şiyar Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku enerjiya ciwan ne birêxistinkirî ye û ev qonaxa ne birêxistinkirî wan ber bi rêyeke şaş ve dibe.
Piştre beşdaran li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya ciwanan di civakê de nirxandin. Gotin, divê piştgirî bidin wan û aktîvkirina rola wan di hemû aliyan de çi warê siyasî, civakî û îdarî be û bi rêya semînar û panalan û navendên çand û werzîşê, ciwan bên hişyarkirin.