NAVENDA NÛÇEYAN – Di êrîşa qirkirina siyasî ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve di bin navê “Lêpirsîna Kobanê” de hat destpêkirin, li 13 bajaran 91 kes hatin destgîrkirin. Ji 46 kesên ku heta niha di serdegirtinên malan de hatibûn destgîkirin, navên 34 kesan hat zelalkirin.
Tê payîn ku di serî de Mêrsîn, Wan, Edene, Stenbol, Amed û Rihayê li 13 bajaran di serdegirtina malan de hevşaredarên berê û xebatkarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 46 kes hatin destgîrkirin.
Di dosyayê de nepenî û qedexeya parêzeran heye.
NAVÊ 34 KESÊN KU HATIN ZELALKIN
Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ye: “Hevşaredarê berê yê Akdenîzê Fazil Turk, xebatkarê Şaredariya Akdenizê yê berê Hasan Çat, Selamû Tûran û Ulfiye Ozcan, xebatkar û parêzerê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Metin Kilavûz, jimaredarê HDP’ê yê berê Zekî Çelîk, Mustafa Bilgiç, Şefîk Ozbey, rêveberê HDP’ê yê navçeya Rezanê Şahîn Eroglû, endamê Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Îlyas Tekîn û Selçûk Tazgel, endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Nîhat Gezîcî, Mehmet Akîn, Hafîze Îpek, Mehmet Gûlûm, Mehmet Akîn, Hafîze Îpek, Gulûm, Gulûn. Beduş, Osman Kaya, Fecrî Tayfur, Necmettîn Aslan, Mehmet Sarih Zûmrût, Eyûb Ocalan, Erdal Avcî, Suna Avcî, Fesîh Yalçin, Halîs Bîlen, Atalay Bayrak, Hakîm Guneş, Sûphî Guneş, Ûmît Guneş, Nîhatî Salî, Nîzamet Murat Kaçar.”
Navên kesên ku der barê wan de biryara destgîrkirinê heye jî wiha ye: “Dîndar Mercan, Umît Aydin, Ramazan Morkoç, Emrûllah Çelîk, Ferît Çelik, Seydoş Daniş, Gulşen Dûran, Îlyas Tekîn, Nejat Parildar, Ferhat Alkan.”