HEWLÊR – Piştî nîvro xwendevanên Zanîngeha Selahedîn li dijî nedana xerca mehane, boykota waneyan kirin. Xwendevan li ber zanîngehê kombûn û daxwaza dayîna xerciyê ji hikûmetê kirin.
Li ser navê xwendevanan Hêdî Çawrê axivî û got, “Em wek xwendevanên Zanîngeha Selahedînê, heta niha me xerciya meha Sibatê wernegirtiye. Em nizanin sedemê nedan û derengketina xerciyê çiye.”
Çawrê da zanîn di navbera zanîngehan de cûdahî tê kirin û got, ji beriya çend rojan xwendevanên zanîngeha Polîteknîk xerciya xwe girtin. Lê xwendevanên zanîngeha Selahedîn heta niha jî xerciya xwe negirtine.
Her wiha hat gotin, xwendekar di warê aborî de di rewşek xirab de ne, ji bona wê divê di zûtirin dem de xerciya mehane were dayîn.