NAVENDA NÛÇEYAN – Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe. Ji ber ku polîtîkaya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan didome, krîz kûrtir dibe.
Zindan yek ji wan cihên ku ev rewşa ku hemû cîhan kişandiye nava krîz û kaosê, herî zêde tê jiyîn. Her roj nûçeyên îşkence, tecawiz, tacîz û qetlîamê tên.
Ji zindanan ku yek ji wan cihên ku herî zêde polîtîkayên qirêj lê tên meşandin Îmrali ye. Ciwanan ji bo balê bikşînin ser tecrîdê, êşkenceya li zindanan hatiye pêşxistin û li dijî vê tecrîd û îşkenceyê têkoşîna PKK’ê xebatên nivîskî çêkirin.
Di nivîsên Ciwanên Welatparêz ên li taxa Cevdet Paşa ya Wanê de nivîsên “Ciwan fedayiyên Apo ye”, “Deng bidin berxwedana zindana”, “HPG”, “PKK”, “PKK gel e” derketin pêş. .