EDENE – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Edeneyê bi nivîên li ser diwaran ve bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û girtiyên nexweş.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê, ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û girtiyên nexweş, çalakiya nivîskî li dar xist. Ciwanan li Taxa Gulbahçeyê ya Seyhanê li ser dîwaran nivîsa “Bijî berxwedana zîndanan”, “Deng ji zindanan re”, “Ji zindanan re azadî”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Şehîd namirin” nivîsandin.