ZAXO – Li Kampa koçberên Êzidî ya li Zaxoyê şewat derket. Di encama şewatê de ciwanek Êzidî jiyana xwe ji dest da.
Duh bi şev li kampa koçberên Êzidî ya Çemişko ku ser bi navçeya Zaxo ya Duhokê ye, agir bi konan ket.
Di encama şewatê de ciwanekî Êzidî yê bi navê Selah Cirdo ku ji eşîra Bilika ye, jiyana xwe ji dest da.
Li ser sedema şewatê agahî bi dest neket.
Lê belê ev kampa ku piraniya şêniyên wê Êzidiyên di dema fermanê de ji Şengalê koç kirine, gelek caran bi şewata konan dikeve rojevê.
17’ê Sibata 2021’ê jî agir bi konên li kampê ketibû û 3 Şengaliyan jiyana xwe ji dest dabûn.