ŞEHBA – Sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî dewam dikin. Dagirker hewl didin şêniyên Efrînê yên resen yên mayî jî bidin koçberkirin û bi wê re demografiya herêmê biguherînin û dagirkeriya xwe li wir mayînde bikin.
Çavkaniyekî ji navçeya Mabeta ya Erînê ragihand ku 11`ê Nîsanê çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dagirkeriya Tirk ciwanê bi navê Mihemed Şukrî Şêx Seydî (28) yê ji gundê Şêxûtikê yê navçeya Mabeta revandiye.
Çavkanî da zanîn ku Mihemed Şukrî birin baregeha Polîsên Leşkerî ya li navenda kantona Efrînê û hîna aqûbeta wî nayê zanîn.
Çavkaniyekî din ji navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî jî ragihand ku çeteyên Sultan Mûrad ên dewleta Tirk, 350 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Îbrahîm Mehmûd Îbiş ê ji gundê Bêla yê Bilbilê birine.
li gorî heman çavkanî, çeteyan her wiha li heman gundî zêdetirî 25 darên zeytûnê yên Celal Omer jî birîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku birîna daran ji aliyê çeteyan dagirkeriya Tirk ve zêdetir bûye. Ji destpêka salê ve çeteyan zêdetirî 2 hezar dar birîne. Dagirker bi van kiryaran hewl didin xwezaya Efrînê xirab bikin.