HESEKÊ – Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr tev li merasîma şehîd Rojvan Wan (Mihemed Aydin) û şervanê YPG`ê şehîd Serfiraz Nîdal (Welat Yildiz) a li Goristana Şehîd Dijwar bûn.
Cenazeyên her du şehîdan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan hatin wergirtin. Li goristana Şehîd Dijwar şervanên QSD`ê û YPG û YPJ`ê toreneke leşkerî li dar xist.
Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên her du şehîdan xwendin û rastî malbatên wan kirin.
Şehîd Serfiraz Nîdal li Goristana Şehîd Dijwar û şehîd Rojvan Wan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê hatin veşartin.
Şehîd Rojvan Wan 9`ê Nîsanê di encama êrişa balafirên artêşa Tirk a dagirker a li ser nuqteyeke hêzên parastina sînor ê navçeya Dirbêsiyê şehîd bpbû. Şehîd Serfiraz Nîdal jî 8`ê Nîsanê şehîd bûbû.