STENBOL – Malbatên girtiyan ji bo berdana xizmên xwe yên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Stenbolê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di hefteya 4’emîn de li pêşiya Edliyeya Bakirkoyê berdewam kir.
Dema dayik hatin pêşiya edliyeyê, polîsan pêşiya wan bi barîkatan girt û xwestin çalakiyê asteng bikin. Sedema astengkirinê jî biryara qedexeya çalakiyan a ji bo mehekê ya Qeymeqamtiya Bakirkoyê nîşan dan. Li ser vê yekê parlamenter Alî Kenanoglu got ku ew mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin û kesek nikare vî mafî asteng bike.
Piştre, malbatên girtiyan ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Malbatan bi van gotinan bertek nîşanî astengkirinê dan: “Em naxwazin zarokên me bimrin. Em dayik in. Bila zarokên me bên berdan. Em zarokên xwe dixwazin.” Di vê navberê de rageşî derket û ji xizmên girtiyan Fînce Akman û Cemîle Karakaş hatin derbkirin û binçavkirin.
Di vê navberê de Kenanoglu got: “Li girtîgehan, girtî bi awayekî derqanûnî terkî mirinê tên kirin. Yên beriya we çawa hesab da bin, hûn jî wê hesab bidin. Mirov, li girtîgehan di bin parastina desthilatdarî û dewletê de dimirin. Ev, cezayê îdamê ye. Gelo ma bi vê daxuyaniyê re dewlet parçe bû yan jî xera bû? “Balkêşe ku li ser vê gotinê polîsan got; “Ez dewlet im.”
Parlamenterên HDP’ê banga berdana dayikan kir û heta demekî çalakiya rûniştinê li dar xistin.