NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzer Orhan Alphan ê ku xwest mudaxeleyî kesê li Edliyeya Êlihê rastî tundiya polîsan hat bike, rastî êrîşa polîsan hat. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, parêzer Alphan di bûyera ku li korîdorên edliyeyê pêk hat de xwest mudaxeleyê girtiyê ku rastî êrîşê hat bike. Polîsan li hemberî mudaxeleya Alphan jî bi heqaretê bersiv da îtîraza îşkenceyê. Rûyê Alphan ê ku bi êrîşa polîsan re rû bi rû ma bi xwîn bû. Piştî êrîşê Alphan çû Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê û rapora derbkirinê girt. Alphan ê ku rapora derbkirinê girt, dîsa çû edliyeyê û der barê polîsên êrîşkar de serlêdana sûc kir.
Baroya Êlihê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşa li ser parêzer Orhan Alphan da. Parêzer bi cibeyên xwe beşdarî daxuyaniya li ber avahiya edliyê bûn. Di daxuyaniyê de Serokê Baroyê Erkan Şenses axivî. Şenses got: “Ji bo polîs bê cezakirin em ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Em daxwaz dikin wezîfedarê eleqedar bê destgîrkirin û girtin. Em naxwazin bifikirin ku kesên ku di hindirê edliyê de ev kiryar li parêzer kir wê çi bi kesê hatiye destgîrkirin bike.“
Şenses der barê bûyerê de agahî da û wiha got: “Gumanbarekî ku anîn edliyeyê hewl dida bireve, lê polîsan ev girt û di hindirê edliyê de ew derb kirin. Dema ku hevalên me li hemberî vê yekê îtîraz kirin, alozî derket û di encama rageşiyê de polîs bi serê xwe hevkarê me derb kir.“
Şenses anî ziman ku dîmenên kamerayê yên bûyerê hene û îfadeyên şahidên wî zelal in û wiha got: “Parêzer Orhan Alphan ji aliyê polîsekî ve bi serê xwe birîndar bû. Em ji Serdozgeriya Komarê dixwazin ku midûrê têkildar bê destgîrkirin û girtin. Em naxwazin bifikirin ku kesên ku di hindirê edliyê de ev kiryar li parêzer kir wê çi bi kesê hatiye destgîrkirin bike.“
Piştî axaftinina parêzeran bi çepikan êrîş protesto kirin. Piştî daxuyaniyê parêzerên Lijneya Rêveberiya Baroya Êlihê çûn serdana Alphan ê li nexweşxaneyê.