AMED – Li Amedê polîsan bi ser malan de girtin û rojnamevan jî di nav de gelek kes revandin.
Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de saetên serê sibê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin û rojnamevan jî di nav de gelek kes revandin. Hate hînbûn ku di lêpirsîna bi hêceta Newrozê hatiye destpêkirin de derbarê 57 kesan de biryara revandinê heye.
Di nav kesên hatine revandin de Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen û rojnamevan Alî Koçer jî hene. Kesên hatine revandin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.