EDENE – Bariş Aydin ê li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin, bi malbata xwe re bi telefonê axivî û binpêkirinên mafan ên rast tên vegotin.
Bariş Aydin, ragihand ku beriya 3 rojan ji Girtîgeha Tîpa T a Kurkçulerê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Kurkçulerê hatiye kirin û wiha got: “Di ketina girtîgehê de em rastî lêgerîna tazî hatin.
Ji bo pêdiviyên me yên rojane serê kesekî 50 lître avê didin me. Hejmara pirtûkan bi 2’yan tê sînordarkirin. Zextên psîkolojîk jî li me dikin.”