NAVENDA NÛÇEYAN – Duh bi şev hêzên rejîma Îranê, li herêma Newsud ya li Hewraman, êrişî komek kolber kirin. Li gorî agahiyan di encama êrişê de 11 kolber birîndar bûne.
Tê gotin kolberên birîndar bûne, xelkê herêma Ciwanro, Şuşim û Newsudin.
Hêjayî gotinê beriya niha 2 rojan, 5 kolber li heman herêmê û 2 kolber jî li Bane di encama êrişa hêzên Îranê de, birîndar bibûn.