SILÊMANÎ – Di navbera salên 1986-1989an de ji aliyê rejîma Baas a Sedam Huseyîn ve, komkujiyeke mezin li dijî kurdan pêk hat; ji 180 hezar kesan zêdetir kurd hatin qetilkirin, 4 hezar 500 gund hatin xerabkirin û ji milyonekî zêdetir kurd hatin koçberkirin. Başûrê Kurdistanê di navbera wan salan de bi awayekî hovane hat talankirin.
Di 16ê Adarê de li Helebceyê çekên kîmyayî hatin bikaranîn û bi hezaran kurd hatin qetilkirin, lê cîhan li hemberî vê komkujiyê bêdeng ma. Her çend Dadgeha Cezaya Bilind a Iraqê, di sala 2007an de biryarek wergirtibe û Enfal wek “komkujî” qebûl kiribe jî, gelek berpirs û kujerên komkujiyê îro hîn jî nehatine darizandin. Enfal wek birîneke kûr, îro jî dilê kurdan diêşîne.
Di heman demê de li ser bîranîna komkujiya Enfal jinên ciwan ên Başûrê Kurdistanê, bi ajansa me re axivîn û bal kişandin ser dijminatiya PDK’ê ya li hember gelê kurd û gotin; “Êdî rastiya PDK’ê gel ji rastiya dijmin zêdetir diêşîne. Rastiya jiyaneke wisa ji komkujiya ku li Enfal çêbûye xirabtir e.”
Jina ciwan ya bi navê Îman Muhamed wiha komkujiya Enfalê pênase dike;
“Enfal, jenosîd, weke komkujiyek bû li ser gelê kurd hate pêkanîn. Mixabin ku bûyerek bi vê rengî hov di dîroka kurdistanê de çêbû. Kurd xwedî dîrokek bi xwîne, derveyî Enfal bi sedan komkûjî yên ku dîroka Kurdistanê bi xwînê dane nivîsandin. Kurd hetim xwîn jê diherike. Di heman demê de wisa kirine ku civak vê dîroka xwe ya bi êş ji bîr bike, bi taybet ciwanên kurd anîne wê astê ku nizanin dîroka wan ji kuderê û bi kê destpê dike. Ji bo vê jî pêwîste ciwan hîn zêdetir li dîroka xwe vegerin, gelê xwe zane bikin û wan bînin ser xeta rast, yanê divê ciwan xwe perwerde bikin, dîrok û civaka xwe ve baş nasbikin. Lê ji ber rewşên jiyan û siyasta ku niha li Başûrê Kurdistanê de rû didin, dihêle ku ciwan tenê dema xwe ya niha bifikirin, yanê pêşeroj û paşeroja ciwanan girîng nîne. Ji bo ku em careke din heman rewş û deman jiyan nekin, girînge em xwe perwerde bikin. Ji ber ku hêzên dagirker hertim dixwazin gelê kurd tune bikin, di heman demê de hemû polîtîkayên xwe yên dagirkerî, qirker û faşîst ve bidin meşandin, mînaka wê ya şênber jî komkujiya Enfal û bi sedan komkujiyên cuda ne. Ev komkujiyên wan jî heya roja îro di şexsê tevgera azadiyê de xwe dide berdewam kirin.”
Şemiyen Îhsan jî di axaftina xwe de bal dikişîne ser dijmintiya PDK’ê û wiha dewam dike;
“Enfal wek felaketeke dîrokî bi ser gelê kurd de hat. Ev komkujiya Enfal ji aliyê Rêjîma Baas ve bi ser gelê kurd de hat. Di welatên cuda de dema ku felaketên wisa çêdibin her kes dikeve nava tevgerê da ku bizanibin ev ji aliyê kê de hatiye pêkanîn, lê di Kurdistanê de ev komkujî di asta navnetewî de têne normalîze kirin. Hertim gelê kurd di dîroka xwe de rastî pir komkujiyên ku nayên ji bîr kirin hatine. Divê di her dema salvegera van komkujiyan de ji wan kurdên ku hatine qetilkirin re merasîm werin çêkirin. Xwedî derketina li van kesayetan tê wateya xwedî derketina li dîroka bi êş ya gelê kurd. Lê di dema niha de di nava hikumeta Başûr de wate ji wan kesayetên ku hatinw qetilkirin re nayê dayîn, yanê wate ji dîroka kurdan ya bi êş re nayê dayîn. Ji bo vê jî hertiştî dike tenê vê dîrokê bi civakê bide winda kirin û ji bîr kirin. Hikumet gel bi aboriya ku serdest kiriye re dide bê deng kirin û gel cahil dike. Lê ji ber ku kêm zêde gel ketiye ferqa polîtîkaya ku hikumeta Başûr dimeşîne, ji bo wê gel niha dibêje xwezî em dîsa di serdema ku Rêjîma Baas tê de serwer bû de jiyan bikin, yanê êdî rastiya PDK’ê gel ji rastiya dijmin zêdetir diêşîne. Rastiya jiyaneke wisa ji komkujiya ku li Enfal çêbûye xirabtir e.”
“Ji ber ku ciwan dîroka xwe baş nasdikin, ji bo wê pîvanên welatparêziyê lewazin”
“Dema ku gel bi şehîd û dîroka xwe ve ne serbilind be, wê demê ev tê wê wateyê ku ev gel hatiye firotin. Ciwanên welatê me di derbarê dîroka xwe de, tenê tiştên ku di ragihandin û pirtûkan de bi çend peyvan derbas dibe, nasdikin. Ev ji bo ciwanan wê xeteriyên cidî bi xwe re bîne. Bingeha zeîftiya pîvanên welatparêziyê jî ji vê derê ye. Dema ku pîvanên welatparêziyê jî lewaz be, wê demê hestên newetî jî lewaz dibe. Ji ber ku Kurdistan ji aliyê sererd û binerd ve dewlemende, dibe sedem ku hêzên dagirkerên li Kurdistanê êrîşên xwe kêm nekin. Di dîrokê de Rêjîm Baas, ji bo kurdan tune bike, gelek polîtîkayên helandinê dane meşandin. Lê di heman demê de, gelek ciwanên fedakar li pêşiya van polîtîkayan astengî avakirin. Gelê kurd di dîroka xwe de çiqas hatibe helandin jî hertim li pêşiya dijminê xwe bi rêbazên cuda astengî dane avakirin.”
NC/Viyan Amara