NAVENDA NÛÇEYAN –
Bi giştî di dîroka şaristaniyê de, ji yekemîn çîna koledar, cins û wek netew, em bi rastiya jinê re rû bi rû ne. Girtin û xebata jinê di malên taybet û giştî de, rewşeke ji van pratîkan in. Çavkaniyên zextê, ne biyolojîk in, civakî ne. Têkiliyên mêr-jinê, di şaristaniyê de her tim li dijî jinan hatiye bikaranîn. Herwisa malên giştî jî, saziyek e ku her tim li hember civakê hatiye nîşandan. Rengê împaratora siyasî ya li mal, mêranî ye. Mêr, li hember jinê her dem di rola despotekî piçûk de ye. Ev jî ti eleqa xwe bi niyeta şexsî nîne. Divê wek nirxeke şaristaniyê were fêmkirin.
Mirov azadiya jinê, ji serdema xwedawend ku di şoreşa çandiniyê de merhaleyeke pêşketî ye, destpêbike wê rasttir be. ji ber vê sedemê min, Xwedawend-Melek û Afrodît wek sê navên mîtolojîk hilbijartin. Heta ku em, ew îmaja navên jin û keçan piçûk dikin neşkînin, nikarin rûmet û bedewiya jinê bibînin. Ji bo ku hemû çavkaniyên pîvana şaristaniyê xwe dispêre mêrê, pîroziya xwedawendî, melekbûn û bedewiya jinê windakiriye.
Fêmkirina ji peyva namûsê, her çiqasê kevn û di nav me de rûniştibe jî, felsefa min ê jiyan û şoreşgeriyê, çanda bi vî rengî ya di navbera jin û mêrê de, napejirîne. Min fêma xwe ya di derbarê dayîkê de jî vekiribû. Li gor min jin li hember xwezayê, ji mêrê bi hîstir e. Mêr ku navend e, bi rengekî doma jinê ye. Encamên zanistî zelal û yek alî ne. Ew zext û zora bê pîvan ê li ser jinê, hemû rastiyên wê daye veşartin û kiriye şekleke din. Tiştên ji alî moda mêran ve laîqê jinê hatine dîtin, bi navê dîn, felsefe, zanistî û huner, ber bi rengên cuda ve hatine kişandin. Ev rewşeke wisa bê binyadî û zalimane ye ku jinê, tiştê neparastiye jî pê daye pejirandin. Kesekî wek parastvanê denga di nav hêz û azadiyê de, divê ji min neyê hevîkirin ku ez ê bême lîstika şaristaniyê û erê bikim. Cîhana xwedayan (mêran) min baş fêmkiriye û xweşa min naçe. Bila bête zanîn ku ez tevî vê cîhanê nabim!
Wek dewlet, ji alî dîn, polîtîka, huner û xwedayên wekî zanist xwe didin nîşandan, kingê xwe dahûrandin, ango xwe pişkavtin û vekirin balkêş dibin. Dema ez xwedawendiyê balkêş dibînim; dizanim ku bona pejirandina vê karê, egîdiyekî baş jî pêwîst e. Lê belê, ji bo jiyaneke bi aştî, baş, bi hîs ku bi destê jinê pêk were, bêyî hêza wê ne mimkun e. Li dijî vê, li hember desthilatiyek li ser koledariya jinê, ji zarokatiya xwe ve bi hîs im, li gor min gemarî ye. Kes ji min hevî neke ku ez vê gemariyê jî erê bikim.
Tiştên bilî vê, têgîna em jê re eşq dibêjin dikare çareser bike. Ev nêzîkatî, li derveyî cinsiyetê bi cidiyeta çand, siyaset, azadî û wekheviya di nav hevudu de xwestine bidin meşandin. Divê ku jin ji koletiya xwe, mêr jî ji fikra xwe yê desthilatdariyê xilasbin, û di hawirek wiha de, di bin dengeya demokratîk ya hejmar, azadî û wekheviyê de pêdiviya eşqeke heye! Ev, bengiyên cinsî yên di rû de, di bin desthilatiya mêrê û bi koletiya jinê de red dike. Bi giştî di şaristaniya bi çînî de, bi taybet di sîstema kapîtalîst de, têkiliyên xwedayî yên di nav jin û mêrê de, wekî pêwîstiyek derdixe pêş.
Qesta me yê ji xwedayî ew e ku ev bîst milyar sal in (li gor daneyên zanist) bi hêcaneke mezin, çîroka gerdûnî li ser his û aqilê analîtîk ya mirovan tesîr dike ye. Xweza, cudahiya xwe dibîne. Jin, ji mêrê bêhtir nêzê vê gerdûniyê ye. Daneyên zanistiyê jî wiha nîşandidin. Carnan di cîhana huner, siyaset, elm û şoreşê de, ev mane dema xwe dide hîskirin; mirov dikare têkiliyên jin û mêrê de behsa xwedayetiyê bike. Pêwîst e ku wisa jî be. Herçiqasê dîn van a fêmkiribin jî, ji ber ku nasnameyên civakî bi îdolojiya mêrê ve girêdayiye, her tim jin li derveyî civakê hiştine. Bi vî awayî jî, zerarên mezin dane ew baweriya xwe yê xwedayetiyê. Armanca me ew e ku xwedayetiya di nav her du cinsan de, bi awayek demokratîk, azad û wekhevî derxin holê.
Baş e; gelo têkiliyên di roja me de, li gor van pîvanan in ? Dijî van a, bi peyvên evînî yên sexte, di dest de bivira Roma û bi derpên mezintir; têkilî, beden û giyana jinê nayê qetilkirin ? Terzên mêr yên berazî dernakeve holê ? Têkiliyên jin û mêrê ku îro dixwazin wekî rewa bidin nîşandan, belku şêweya koledariya bi maske ya herî gemar e!
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan