NAVENDA NÛÇEYAN –
Bêguman her roja ku diçe şer li Kurdistanê bilind dibe. Li ser bedewiya gundê rêheval Rêber jî zextên dijmin her roja ku diçe xurtir dibe. Ji bona vê yekê jî her roja ku diçe ciwanê gund jî berê xwe didin nava refên gêrîlayên azadiyê, bi dilşadiyek mezin. Di wan kêliyên jiyana berxwedaniyê de birayê bedew û ciwan jî biryara xwe dide û li pey doza bîrayê xwe dimeşe. Bi tevlîbûna birayê biçûk ve xemginiyek mezin xwe di nava malbatê de dide pêçandin. Ji ber ku temên birayê biçûk hîn pir ciwan bû û nû çav li jiyanê dida vekirin, rastiyên jiyanê nas dikir. Lê belê, dijminê wan yê hov xwe li hemberê dewlemendî û xweşikbûna welatê wan xwe nagire û her roja ku diçe bi tank û topên xwe ve êrîşên xwe dibin ser wan. Ji bona vê yek ciwan azadiyê xwe li hemberê van êrîşan nagirin û berê xwe didin çiyayê xwe yên parastinê. Lê belê xwediyê dileke mezin bû, ji bo pêşeroja jiyaneke nû. Bi dilê xwe yê mezin ve dibe xwediyê jiyanek bi wate, di nava rêhevalên xwe yên jiyanê de.
Belê, Rêber di berganga sibeheke zû de berê xwe dabû çiyayê azad. Lê evîndarê din jî li pey doza birayê xwe yê leheng baz dida bi kelecana ber bi jiyanke azad ve çûyîn hebû, her dayîm. Heger birayê mezin di nav xunava serê sibeheke zû de berê xwe dabû çiyayên welatê xwe yên azad, birayê biçûk jî li ber avabûna tîrêjên roja geşbûyî de berê xwe dide riya birayê xwe yê mezin. Belê, êdî ew dibe şopdarê riya heqîqetê. Her du evîndarên azadiyê piştî salên dirêj li çiyayên azad dibin mêvanê hevdu, dibin ronahiya stêrkên ezmanên geşbûyî de. Ew êdî du rêhevalên jiyana azad bûn. Çiyayê Botanê bi bilindahiya xwe ve wan hemêz dikir û dikir mêvanê xweşikbûna xwezaya xwe ya biwate.
Rêheval Şivan bi rêhevaltiya xwe ya germ û mezin ve têne nasîn di nava rêhevalên xwe yên dozê de. Di jiyana xwe ya şoreşgertî de her dayîm bû mînaka jiyanek nû û biheybet, di wan çiyayên azad de. Xweşikbûna dilê wî yê mezin dihêle ku hemû rêhevalên wî bibin evîndarê riya wî ya bi wate. Di nav wan çiyayên bilind de. Dema ku mirov li rûyê Şivan temaşe dikir, mirov xweşikbûna welatek azad di wan reşikên çavên wî yên reşbûyî de didît. Ji ber ku bi dilpakiyek mezin berê xwe dabû wan çiyayên azad, her roja ku diçû di jiyana xwe de serkeftinên mezin jî bidest dixist. Dema ku serkeftinên mezin dihatin girtin dijminê wan yên hov xwe li hemberê van serkeftinan ne digirtin û her roja ku diçû êrîşên xwe li ser welatê mêrxwazan zêde dikir. Di nava wan pevçûnên mezin de rojekê rêheval şivan di nava çalekiyê de birîndar dibe. Dema ku birindar dibe rêhevalên şivan, hemû dikevin nava xemginiyek mezin, ji ber ku rengê jiyanê yê herî xweşik li derdûra dilê wî yê mîna deryayan mezin û pak dihate meşandin. Bi pakbûna dilê xwe yê ciwantiyê ve çiyayên Kurdistanê hem di nav wan çavên xwe yên pak de dabû rakirin. Bi hemû hêz û îradeya xwe ve têkoşîna xwe ya ji bo jiyanek azad didan meşandin.
Her sala ku diçû êrîşên faşîzmê zêdetir dibû.
Belê, mêvantiya her du birayan tenê rojekê didome di nava wan çiyayên pîroz de. Dil dixwest gelek rojan bi hev re bidin derbazkirin, lê mixabin xaniyê welat nehiştin dildarê azadiyê bi hev re jiyan bikin. Erê, dîtina her du birayan tenê dibe ew şev. Ew şev jî ji bona wan bû mîna xiyalên hazar salan û ji wê şevê şûn de her du bira hevdu nedîtin. Her yek ji wan berê xwe didin qadekê. Her roja ku diçe şer li her derê Kurdistanê xurtir dibe. Birayê mezin mîna pehlewanekê berê xwe didin çeperên dijminê xwe, bi qilêşa xwe ya azadiyê meydan ji dijminê xwe re dide evxwendin. Di gelek çalekiyên xwe de destkeftiyên mezin bi dest dixe, li hemberê dijminê xwe yê nezan…
Her zarokeke li ber lorandinê destê dayîka xwe mezin dibe û li ber dengê çîrokên wan çavên xwe li jiyanê dide vekirin. Lê belê, rêheval Şivan di nava mewziyên şer de çav li jiyanê dide vekirin. Di wî temenê xwe yê ciwantiyê de. Hemû kêliyên jiyana wî di nava pevçûnên şer de derbas dibe. Mîna ciwanek azad li her derekê têkoşîn li hemberê dijminê xwe dide meşandin. Hemû kêliyên jiyana xwe di nava watebûna jiyaneke hemdem de birêve dibe. Bi wê ciwantiya xwe, ji bona mafê gelê xwe li her derê Botanê têkoşîn dide meşandin û ji rêhevalên xwe re pêşengtî dike. Ji ber ku zaroktiya xwe û ciwantiya xwe hemû di hundirê wan çiyayên azad de dabû derbazkirin, serweriya wî li ser meşa şev û xwezaya heyî hebû. ji bo vê yek ji bona rêhevalên xwe dest bi karê quryetiyê dike, dibin ronahiya stêrkan de, bê ku bêje serma, germa, mayîn û dibin guleyê dijminê xwe de di wan şevê tariyê de pêşangtî ji bo rêhevalên xwe dike û her rêhevalek wî dibe heyrana wî enerjiya wî ya ciwantiyê. Belê, ew zarokek heqîqetê bû di nav bilindahiya wan çiyayan de…
Her sala ku diçûn dengê mêrxwazan di nav dîroka nivîskî de dihate bihîstin ji bo dengê jiyaneke nû. Di wan xewnên şevan de, wiha digotin; digotin her mirovek nikare bibe dilê rastiyê, digotin tenê şewazê mirina mirovê şoreşger dikare di nava rastiya dîroka heyî de bi wate bibe li ber ronahiya çiraya şevan. Kîjan şewaza mirinê bi wate dibe? Dema ku mirov ji bona rastiya jiyanek rast têkoşîn bike, di wan kêliyan de jiyana mirov bi wate dibe li ser rûyê vê cîhana heyî. Digotin mirina bi wate reqsa xwe di nav pêtên agirên jiyaneke rasteqiniyê de xwe dide nişandan, li ber xemla bihara renginiyê. Bihara renginiyê xemla xwe ya jiyanê di nava wan dengê azad de xwe dide nişandan li ber berxwedaniya mêrxwazên azadiyê. Mêrxwazên azadiyê heya nefesa xwe ya dawiyê li hemberê dijminê xwe şer dikin û bi wê kelecana jiyanê re berê xwe didin karwanên azadiyê. Rêheval Rêber di sala 1995’an de di oparasyona bi navê çelik de şehîd dikeve. Rêhaval Şivan jî di sala 1997’an de di çalekiyekê de Şehîd dikeve.
Belê, mêrxwazên jiyanê çawa li pay hevdu berê xwe didin nava refên gêrilayên azadiyê, wisa jî berê xwe didin nava karwanê azadiyê…
Hevrêyen Wî Têkoşînê
Silav û Rêzen Şoreşgerî
06.12.2017