MEXMÛR – Li ser ezmanê wargeha penaberan ya şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê ji duh bi şev ve balafirek kefşê digere.
Liv û tevgera balafira keşfê heya van kêliyan jî dewam dike.
Balkêşe ku piştî serokwezîrê Herêma Kurdistanên Mesrûr Barzanî duh çû Tirkiyeyê, liv û tevgera balafira keşfê a li ser wargehê zêde bû.
Heya van kêliyan jî balafir li ser wargehê digere. Nayê zanîn bêka balafir ya koalîsyona navnetewî ye yan jî ya dewleta Tirk a dagirkere.
Lê li gorî agahiyên ji nûçegihanê me hatine standin, balafir tenê li ser ezmanê wargehê digere, ev jî gumana wê çêdike ku balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirkere.