MINBIC – Daxuyanî li pêşiya avahiya PYD`ê ya bajar ji aliyê rêvebera ciwanên PYD`ê ya Minbicê Nermîn Samî ve hate xwendin. Endamên PYD`ê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê hate şermezarkirin û hate gotin: “Kirinên PDK`ê yên li Başûrê Kurdistanê ne tiştekî ecêb in ji ber ew girêdayî dewleta Tirk e ku dijminê gelê Kurd û li pêşiya têkoşîna gelê Kurd li her deverê dibe asteng.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, piştî konferansa dawî ku li Munich hate lidarxistin û li kêleka wê berpirsên PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re civiyan hate diyarkirin ku dewleta Tirk şerekî navxweyî di navbera PD`Kê û xeta parastina Kurdan de (Hêzên gerîla) de derxîne.
Her wiha hate destnîşankirin ku berpirsên PDK`ê li Başûrê Kurdistanê ji têkoşîna gelê Kurd û zilma dewleta Tirk li dijî wan ders ne girtine.
Di daxuyaniyê de wiha hata domandin: “Komploya PDK`ê û dewleta Tirk ên li dijî HPG`ê li vir bidawî nebûye, lê belê bi rêya lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de didome ku dixwazin ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê giran bikin, ambargoya aborî li ser ferz bikin û herêma Şengalê ku PDK`ê di 2014`an de îxanet lê kir, jê qut bike.”
Ciwanên PYD`ê di dawiyê de soz da gelên herêmê ku dê li hember dewleta Tirk û plana îxanetê bisekinin heta ku dagirkeran têk bibin û herêmên xwe rizgar bikin,