HESEKÊ – Rêxistina Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Hesekê der barê geşedanên siyasî li ser asta Sûriyê û Kurdistanê de civînek lidar xist.
Civîn li hola PYD’ê ya bajarê Hesekê bi amadebûna bi dehan ciwanên ji hemû pêkhateyan û endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl hate lidarxistin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl axivî.
Aldar Xelîl di axaftina xwe ambargoya hêzên hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşerefiyê, lêkirina dîwarê di navbera Şenga û Rojava de, her wiha hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker û planên wan ên pêkanîna êrişan li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxandin.
Aldar Xelîl bal kişand ser rola ciwanan di rêxistinkirina civakê de û diyar kir ku ciwan hêza civakê ne û temsîla sîstema demokratîk a pêşerojê dike û ev tişt anî ziman: “Bêyî ciwanan şoreş bi ser nakeve, civak jî bê ciwanan pêş nakeve. Hêzên dijber bi rêya şerê taybet dixwazin ciwanan ji rih û rastiya şoreşê dûr bixin.
Xelîl di dewama axaftina xwe de diyar kir ku hêzên dijber ji bo parçekirina ciwanan madeyên hişbirê belav dikin, dixwazin fikrên ciwanan dorpêç bikin, berê wan bidin koçberiyê, yan jî bi rêya pereyan wan tev li komên çete bikin.
Xelîl bal kişand ser lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û amadekariyên wan ên pêkanîna êrişan ser parçeyên Kurdistanê û got:” Divê ciwan bêhtir xwe bi rêxistin bikin da planên dagirkeriyê yên li ser herêmê têk bibin.”
Ciwanan di dawiyê de teqezî li ser birêxitinkirina di nava civakê de kirin û gotin ew ji bo her pêvajoyekê û têkbirina planên dagirkeriyê di nava amadebaşiyê de ne.