STENBOL – Di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de tê xwestin gelê Kurd bê tecrîdkirin û tinekirin. Li dijî vê yekê li hemû cîhanê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin.
Ev xwepêşandan li Kurdistanê kom bûn. Herî dawî metropolên Tirkiyeyê bûne navenda heman xwepêşandanan.
Ciwanên pêşengtiya vê tevgerê dikin di bin sîwana DGH’ê de kom dibin û çalakiyan li dar dixin. Li dijî tecrîdê endamên DGH’ê li gelek deverên Stenbolê 10 wesayît dane ber agir.
Yekîneya Şehîd Mizgîn Xerzan a DGH’ê ragihand ku wan li Sariyer, Taksîm û Sultangazî 10 wesayîtên faşîstan şewitandine.
Di daxuyaniya ku ji aliyê DGH’ê ve ji ajansa me re hat şandin de, diyar kir ku polîtîkayên li dijî Rêber Apo ji bo wan mijara hebûn û tinebûnê ye, heta ku tecrîd bidomê dê çalakiyên wan jî bidomin.