STENBOL – Dewleta Tirk a dagirker polîtîkaya xwe ya qirkirinê ya li dijî gelê Kurd li her qadê bi taybet li zindanan didomîne. Tecawiz, îşkence û qetlîamên li zindanan roj bi roj zêde dibin, berxwedana li dijî vê yekê jî her diçe zêde dibe.
Ciwanên Welatparêz li her qadê ku lê bin bi çalakiyên xwe bertekên xwe yên li dijî tecrîd, îşkence û komkujiyan nîşan didin. Li ser vê bingehê li Taxa Îmrahor a navçeya Arnavutkoy a Stenbolê xebatên nivîsandinê hatin meşandin.
Gotarên “PKK gel e”, “Li zindanan îşkence heye”, “Deng bidin zindanan” û “Kurd rabin ser piyan” di nivîsên Ciwanên Welatparêz de cih girtin.