NAVENDA NÛÇEYAN –
Du evîndarên mîna filîzek di nava bedewiya çiyayên Botanê de mezin dibin û her tim mirov dixwest li çelengiya wan temaş bike. Zarokên xaka welatê xwe bûn û bi germahiya xweşikbûna gundê xwe re jiyana xwe didan jiyankirin, bi dilpakiyek mezin li jiyanên xwe temaşe dikirin. Her mirovek nikare bi xwşikbûna gundê xwe re jiyana xwe bide meşandin, lê belê zarokên Botanê dikarin bi xweşikbûna gundê xwe re jiyana xwe birêve bibin. Ji ber ku çanda gund, çanda cîvakbûnê ye. Girêdanbûna wan ya bi xakê ve gelek kûre. Girêdanbûna wan ya bi xakê ve girêdanbûna wan ya bi jiyana azad ve dide nîşandan. Dema ku mirov bi xaka xwe ve girêdayîbe, mirov dikare li hemberî hemû zehmetiyên heyî jî têkoşîna xwe bide meşandin di hemû kêliyên xwe yên jiyanê de. Di ti kêliyan de destdirêjî li ser xaka xwe qebûl nakin û herdayîm li hemberî pergala nûkeriyê serî hildidin. Bi dilgermahiya dilê ciwantiyê ve berê xwe didin riya tekoşînê û her roja ku diçû dengê mirovên şoreşger li serê çiyayê Botanê dihate bihîstin û mîna destanek di nav civakê de dihate behskirin. Her roja ku diçû êrîşên dijminê me yê hov li ser gundên Kurdistanê zêde dibûn. Ji bona vê yekê gundê Botanê hemûyan berê xwe dane jiyana penabertiyê û ciwanê wan jî berê xwe dane nava refên gêrilayên azadiyê. Bê ku li temenê xwe yê ciwantiyê temaşe bike.
Di berbanga sibeheke zû de, lawikê azadiyê di nava xunav serê sibeheke zû de berê xwe dide rêwitiya jiyana azad. Dema ku berê xwe dida rêwitiya jiyana azad, di wan reşikên çavên wî yên biriqî de ronahiya pêşerojek nû dida teyîsandin. Her rêhevalek wî dixwest bibe şopdarê riya wî ya bi wate. Ji ber ku her mirovek dikare bi bedewiya xwe re riya jiyana xwe bide avakirin. Her roja ku diçû tirêjên ronahiyê lawîkê azadiyê li çiyayên Kurdistanê dide gerandin, di nava çoşa şoreşa azadiyê de.
Belê, lawîkê azadiyê nav li xwe kiribû Rêber, bibû rêberê jiyanek bi wate di nav bilindahiya çiyayên Botanê de. Bi xweşikbûna çiyayên xwe yên bilind ve bibû fermandarê jiyana azad. Bi wêrekiya mêrxwazên azadiyê re destanên jiyana azad dida nivîsandin di nava çiyayên Botanê de. Heybeta şoreşgerê azadiyê di nav dilê dijmîn de tirseke mezin dide avakirin. Her roja ku diçe dengê qehremantiya wî û wêrekbûna wî li nava dilê dijmîn de bilind dibe. Dema ku dijmin dengê wêrekbûna Rêber dibihîze xewnê şevan li wan diherime û êdî nikarin bi dilxweşî bikevîn nava nivînan. Her guleya ku ji wan çiyayên azad têne avêtin dilê dijmin jî di cihê xwe de disekine û recîfandinek mezin dikeve nava pêçiyên destê wan û êdî nikarin li hemberê şoreşgerê çiyayên Botanê guleyan bidin teqandin. Ji bona vê yekê dijminê me yê hov nikare singesing li hemberê qehremantiya wan û wêrekbûna wî şer bikin. Radibin li sûkên Colemêrgê wêneyên Rêber didin belavkirin û dibêjin; Yek ku Rêber ji bo me bêne em ê pereke mezin ji bona wan bidin.’ Gelek mirovê xwe firotî dikevin pey şopa Rêber, ji bo ku cihê wî eşkere bikin. Lê belê Rêberê jiyanê mîna xezalên çiyayî di wan çiyayên bilind de xwe bi çî dike. Ne dijminê wî yê hov ne jî nûkerên ku xwe firotî dikarin evîndarê azadiyê di nava bilindahiya wan çiyayên asî de bigire.
Bêguman salên dirêj li qada Colemêrgê têkoşîna xwe dide meşandin, bi ser bilindahiyek mezin. Piştî demekê şûnde rêheval Rêber berê xwe dide Heftenîn û Metîna. Di vê qadê de şerê giran têne meşandin. Dijminê me yê hov bi navê oparasyona ‘çelîk’ berê xwe didin çiyayên Kurdistanê û mewziyên gêrilayên azadiyê. Di wê demê de şerên dijwar li çiyayên Kurdistanê têne meşandin. Mêrxwazên çiyayên azad bi berxwedaniyek mezin dijminê xwe yê hov têk dibin. Di wan şerên dijwar de rêheval Rêber bi qehremantiyek mezin di wan oparasyonan de cihê xwe digire û li hemberê dijminê xwe şereke dijwar dide meşandin. Ji bona welateke azad bide avakirin bi kelecan dilekê azad ve berê xwe dide çeperên dijminê xwe yên sedsalê. Ji bo pêşeroja jiyanek azad dengê guleyên azadiyê dide bilindkirin. Di nava dengê wan gulayan de qêrînê azadiyê li her çar parçeyên Kurdistanê bilind dibû.
Hevrêyên Wî Yên Têkoşînê