NAVENDA NÛÇEYAN –
Divê jin ji bo siyaseta demoqratîk xebat bikin. Di akademiyen min pêşniyar kiriye de jin dikarin perwerde bibin. Dikarin xwe perwerde bikin. Bi heman rengî li akademiyên din de jî bi hezaran kes dikarin bêne perwerde kirin. Çima hîna jî nekarîn akademiyan avabikin? Xebatên akademiyê girîng in. Ev akademî ji xebatên sporê heta siyasetê, ji huqûq heta felsefê, heta xebatên kargehan, xebatên çand huner di nav de. Her cure xebatên xwe dikarin bikin. Dîsa ev akademî di vê hemû aliyan bigire li nava xwe. Mînak divê xwendevaneke zaningehê jî, jinekê malê jî di nava xebatan de cih bigirin. Demekê enstituyê gundan hebûn. Dixwestin xebatên bi heman rengî bikin. Lê akademiyên ez pêşniyar dikim, enstituya derbas dike. Nav ne girîng e, akademî, enstîtutî jî dikare bê gotin. Malbat, li derdora jin çêdibe. Jin hilberînêr in. Bi yên hildiberînin dikarin pirsgirêkên xwe yên aborî çareser bikin. Nimûne dikarin bi kirêkirina zeviyekê çandiniya organîk bikin. Bi vî awayî di çareserkirina pirsgirêka bêkariyê de wê bibin alîkar. Xebatên jinê heyecanê didin min, jin dikarin ji xwe bawerbin. Ku giraniya xwe bidin ser azadiyê tiştekî ku bi ser nexin tune.
Desthilatdarî, xwe bi jinê bi pere bi meqam diwazin xwe bi hêzbikin. Ji bo min a girîng azadi ye. Herkesê ku têkoşîna azadiyê dide rêza bêdawî nîşan dikim, ev zarokek biçûk jî be, ji bo min bêbandor bihêlin li vir li ser min çewisandina kargêrî, siyasî, adlî bi pêşdixin. Heta ku bixwazin dikarin imha jî bikin. Li vir li ser min pergala dewleta mîkro tê sepandin. Kargêriya girtîgehê heye, ev karên kargêriyê dişopînin. Ji bilî vê tiştek ji destê wan nayê. Yên li ser min tên sepandin encamên siyasetê ne. Siyaset çi ye? Siyasetê bi du hevoka bi şêwazekî xweşik ji we re bêjim. Siyaset ji herêmî heta gerdûnî, ji kes heta civakê, pirsgirêkên xwe yê nasnamê nîqaşkirin, nasnama xwe azad bi şêwazekî wêjeyî îfade kirin e, anîna zimên e. Siyaseta demoqratîk tiştekî wisa xweşik e.
Min ji bo jinan, akademiyên siyaseta demoqratîk û çandê pêşniyar kiribû. Ji bo ciwanan, ji bo yê dîtir min pêşniyar kiri bû. Divê ev hemû gavek berî gavekê bikevin jiyanê. Divê herdem li akademiyan bên gel hev niqaşbikin, tu tiştek çênebe jî wê hişê wan vebe. Siyasetmedar ji van deran derkevin. Perwerda akademiya naşibe perwerda li dibistanên dewletê yên asayî. Bûyera dibêjin civaka eşkere ev e.
Pêwîste ligel dewletê jî civak bê demoqratîk kirin. Riya vê jî di her mijarê de têkildarî hemû persgirêkên civakî de rêxistin bûyîn e . Rêxistinên ku ez dibêjim kom û komûn wê îfade dike. Waye bi pirsgirêka jinê re pêwendîdar, bi hindikahiyan re pêwendîdar h.w.d. diyardeyek û her bûyerek civakî ku tê aqila re pêwendîdar dibe. Bi şêwazên komin rêxistin çêbibin. Komûnên çandiniyê, komûnên gundan, komûnên taxan h.w. d. Dikarin bên zêdekirin. Dîsa dibe ku wekî mînaka hêsan bê dîtin, lê mînak komelên parastina darên mazî, zêdekirina wan daran bê kirin. Li her gundî sed darên mazî çandina wan gelekî girîng e û bi sûd e. Em dikarin hemû xwezaya xwe bikin daristan. Hemû rêxistinên sivîl dema dibin sîwana konfederasyona civakî ya sivîl an jî komînalîzma demokratîk bighêje hev wê hêzek mezintirîn a demokrasiyê derkeve holê.
Divê Kurd bêyî ku desthilatiyê armanc bigrin civaka demokratîk ava bikin. Pêşniyaza min a ji kurdan re divê rêxstinên demokratîk ên sivîl ên siyasî, civakî, aborî û çandî li her qadê çêbikin, divê van ji dewletê hêvî nekin. Divê em vana bi hêzên xwe yên cewherî bi serbixin. Komalên hawîrdor, komalên hawîrdorparêz û femînîst , rêxistinên kedê, saziyên piştgiriyê û wekî wan bi hezaran komele rêxistin divê bên avakirin. Bi avakirina komeleyên hawîrdorparêz û femînîst, ku bi pêşkevin û bigihên gel kuştinên namûsê û tûrê dikarin bêne asteng kirin. Divê di wê mijarê de civak û jin bên hişyarkirin. Tenê wê demê dikarin azad bibin. Di qada siyaseta demokratîk de kêmasiyên ezmûn perspektîvên ciwana hene. Ji ber vê sedemê ciwan dema têkoşîn dikin bêsebir tevdigerin. Ez zanim her kes ketiye rewşeke bûye dîlê kapîtalîzimê û bi taybet di ciwanan de sift e. Ji ber vê sedemê ciwan ji bo serkeftinê divê ji pere, pûl û ji derdorên kapîtalîzmê dûr bisekinin. Jiyan ji bo wan wê wisa bi wate be. Saziyên ciwan û jin hêza wan a motor e. Lê divê ku ji ciwan û jinan hinek kes û beş bikarbînin. Divê ciwan û jin li hemberî van şiyar bin. Xwe nedin bikaranîn. Divê mijarê de pir pirtûk û nivîsên min derketin dikarin ji wan sûd bigrin.
Min di parêznameya xwe de xwest pirsgirêka jinê bigrim dest. Civak jî weke jinan çawa tê pelçiqandin û mêtingehkirin min xwest vebêjim. Ango di van parêznameyên xwe de min xwest jinkirina civakê dahûrînim, em di pêvajoyekê de ne ku bi taybet di roja me de jiyan bêwate bûye, ji bo bêwatebûyînê derbas bikin, armanc kirina azadiyê girîngiya kilîtkirina azadiyê min xwest vebêjim. Bi taybet ji bo jin ku di nav de ne jiyan bêwate ye, ji bo rewşa di nav de ne derbas bikin, jiyanek bi angaşt bi armanc bigrin pêwîst e xwe kilîtî azadiyê bikin .
Berê min vegotibû ku pirtûka “jina azad kê ye, çawa bê jiyankirin” pêş bixin hûn dikarin li ser vê sift bibin. Pirtûka ku minn pêşniyar kir wê bi pêşbixin ez vê bi wate dibînim, divê zêde li zilam bawerî nebe. Jin serxwebûna xwe wê bi xwe biparêze, bila parasitina xwe bikin. Pêwîst e ji azadiya jinê neyê tirsîn. Divê jin namûsa xwe bixwe biparêze. Jin wê bibe mirova ku xwe biparêze. Ez bi jinê re wisa rêheval im. Tişta zayenda çors çîrok e. Min bi jinê re rêhevaltiyek balkêş kir, bi jinê re hevaltiyeke min a bi hêz heye. Ev melseleyeke hêz û baweriyê ye. Zilamên wisa hebin ew jî dikarin bibine alîkar. Ez wiha bersiva keda wan a li ser xwe didim. Ez wisa rêzdariya dayîka xwe didim. Pir rêhevalên min ên jin ên ku ji bo min xwe şewitandin çêbûn. Ez wisa bersivê didim bîranînên wan. Jinên bi sîxûrvanî rawestiyan hebûn. Li hemberî yê ku dixwazin min bikarbînin ezê şerê xwe bidomînim ji bo Fûad`an min pêşniyar kir, çawa baxivin ji bo jinan jî pêşniyazî dikim. Her hefte yek derkeve baxive bi zimanên cûrbercûr bi erebî, kurdî, farisî divê axaftinên heftane dest pê bikin, bi sepandina min şîroveyên xwe jî tevlî bikin her hefte derkevin baxivin.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan