NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker derbeyên giran li gerîla dixwe. Komara Tirk ji ber ku dizane leşkerên ku di pevçûnan de hatine cezakirin mirina xwe vedişêre, serî li rêbazên cuda dide.
Artêşa Tirk a ku ji ber sedemên weke krîza dil, xwekuştin, nexweşî, xeniqîn û qezayê mirina gelek leşkeran ji raya giştî vedişart, êdî hatiye asteke ku êdî nikare windahiyên xwe veşêre.
Herî dawî, dema ku tê ragihandin ku pisporê artêşa Tirk a dagirker Çawişê pispor Emre Dîkbaş li parêzgeha Elezîzê ya Bakurê Kurdistanê “di encama qezayeke bi çek” de jiyana xwe ji dest daye, lê tê zanîn ku rastî gelek cuda ne.