TIL TEMIR – Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa vê êvarê ya artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Til Şenan ê Ti Temirê de, şervanê Meclisa Parastina Xabûrê yê bi navê Zeya Til Temir şehîd bû.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di roja cejnên Paskalyayê de êrişên xwe li ser gundên Asuriyan ên Til Temirê zêde kirin.