BEHDÎNAN – Dîroka berxwedanî gelê Kurd,tîjî ji destanên fedayitî û efsaneya ciwanên Kurd e ku jiyana koledariyê ti carî qebûl nekirine. Û di oxira avakirina neteweya demokratîk û azad de xiyanet li xeyala jiyana azad nekirine. Şehîd nirxê herî pîroz ê gelê Kurd e ku mîna enerjiyê agirê ye. Agirê şoreşa Kurdistanê geştir dike û dengê berxwedaniya gelê me yê li her çar parçeyan ji raya giştî ya cîhanê re vedihewîne.
Ciwanekî Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû. Gerîla Rênas Rêbaz diyar kir ku ew jibo pêşîgirtina qetlîamên nû tevlê gerîla buye û li ser vê esasê bangawaziya ciwanan dike.
Tevahiya axaftina Rênas rêbaz wiha ye:
Divê ciwan bi tevlîbûna nava refên gerîla xwedî li rêya şehîdan derbikevin.
Navê min Rênas Rêbaz e. Gelê me bi salane di nava şoreş, têkoşîn û hewldan de ye. Dijmin gelek Enfal, Helebçe û jenosîd bi ser me de aniye. Gelek hevalên me hatin darvekirin û tim tên girtin. Bi awayê tirsandin û çavtirsandinê, îşkencekirin û bilav kirina madeya hişber weke rêbazên şerê taybet dixwazin jiyanê rast li me dûr bixin.
Divê em bêdeng nebin û li dijî vê siyaseta kirêt bibin xwedî helwest. Weke ciwanekî di nava civakê de min fikir û ramanên Rêber Apo weke helwesteke li dijî dijminê hilbijar, gerîla hilbijart û tevlî nava refên gerîla bûm. Banga min ji bo hemû ciwanan û hemû gelê welatparêzê me ew e ku li dijî polîtîkayên qirêj ên dijmin xwedî biryar bin û guh nedin reş kirina Tevgera Apoyî û ciwanan ku mafê û jiyana rast hilbijêrin da ku beşdarî nav refên gerîla bibin.