NAVENDA NÛÇEYAN – Dema KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wê dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê di 15’ê Nîsanê de êrişî Başûrê Kurdistanê bike, PDK’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê 15’ê Nîsanê jî were û tiştek wisan çênabe. Lê êriş di 15’ê Nîsanê de destpê kir, PDK’ê jî daxuyaniya xwe li ser medyayê jê bir.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di 26’ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker wê bi hevkariya PDK’ê êrişek li ser Başûrê Kurdistanê bide destpêkirin. KCK’ê di daxuyaniya xwe de ev bang kiribû; “Em bang li Parlementoya Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, saziyên fermî û raya giştî dikin ku li hemberî plana dagirker rabin û PDK’ê hişyar bikin.”
Piştî ku KCK’ê ragihand ku wê dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê êrişî Başûrê Kurdistanê bike, di 29’ê Adara 2022’an de PDK’ê daxuyaniyek belavkir.
Daxuyaniya PDK’ê
PDK’ê ku li ser hemû saziyên xwe daxuyanî belavkir, got; “KCK dixwaze bi vê daxuyaniya xwe ne aramî û tevlîheviyê di nava raya giştî de belav bike. Ji bo 15’ê Nîsanê gelek roj nemane, emê wê demê jî direw û nerastiya we ji bo xelkê Kurdistanê zelal bikin. Wê carek din dûbare rûyê we yê rast ji bo gel derbikeve.”
KCK’ê çi got pêkhat
KCK ku roja 15’ê Nîsanê diyarkiribû, di 15’ê Nîsanê de serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yekser çû Tirkiyeyê û bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep re civiya.
Êriş destpê kir
Piştî Barzanî bi Erdogan re civiya, Herêmên Parastina Medyayê ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve bi dijwarî hatin bombebaran kirin. Êriş tam di 15’ê Nîsanê de bi bombebarana balafiran destpê kiribû.
Lê duh bi şev êrişa ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve bi fermî hate ragihandin.
Belê PDK’ê gotibû wê 15’ê Nîsanê jî were û ewê bibînin, derew wê derbikevin.
15’ê Nîsanê hat û êrişa ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê duh bi şev bi fermî destpê kir. PDK ku di 29’ê Adarê de daxuyanî belavkiribû, duh bi şev daxuyaniya xwe li ser hemû medya xwe sîl kir.
ÇAVKANÎ: ROJNEWS