EDENE – Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê, bi karê xwe yê bi etîketan bal kişand ser îşkenceya li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş.
Li Taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhanê, li derî û dîwarên malan lewheyên bi nivîsa “Aysel Tûglûk serbest were berdan, ji girtiyên nexweş re azadî”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ciwan wê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û sibeyek azad ava bikin” daliqandin.