ŞEHBA – Ciwanên Şehbayê li dijî hevkariya PDK bibertek in. Ciwanan diyar kir ku PDK hevkariya dewleta Tirk ve di nav komkujiya Gelê Kurd de cih digre.
Zînê Henen wiha got:
“Navê min Zînê Henen. Ez Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger im. Em ciwanên Efrîn bi taybetî îxaneta KDP şermezar dikin.Ev îxaneta ku her roj Gerîla, zarokên vî welatî şehîd dixe, li ser axa kurdistan konkûjiyan dike derbas kirina sînoran dike.
Em vê neheqiyê şermezar dikin, KDP siyaseteke qirêj dimeşîn e. Dixwezin gelê kurd tune bikin.
Mesûd Berzanî yek ji vê perçeyê ye ku dixweza me qir bike .
Dema ku li Hesekê 121 şehîdên me hatin, şehîd xistin bi destê wan Mesûd Berzanî jî bi dewleta tirk re hevpeyman çêdikir.
Bi her rêbazî qirêj vê îxanetê dike.
Em jî weke ciwanên Efrîn emê rê nedin vê îxanetê ku bi serkeve. Emê li dijî vê yekî serî hildin. Di nava berxwedaniya Gêrîla de wê îxaneta wan têk biçe û îxaneta wan wê di axa Kurdistanê de tune bibe.
Faroq Betak jî fikrên xwe wiha anî li ser ziman:
Navê min Faroq Betal. Destpêkê em îxaneta QDP şermezar û nealet dikin.
Ev hevpeymanê ku bi dewleta Tirk re dike pîlan dikin ku me tune bikin, tevgera me asteng bikin, sînora datîne
Di demî dawiyê de Berzanî bi QDP re civîna Ku pêk anîne, na keve berjiwendiyên gelê kurd, dikeve berjiwendia dewleta tirk, dagirker, dixwezin gerîla û gel ji hev qût bikin. Rojava dagir bike, şerê birakûjiyê bike.
Bangewaziya me ciwanên Efrîn, ku li dijî îxanetê serî hildin û berxwedaniyeke bê hempa bikin.
Herî dawî Ronahî wiha axivî:
Navê min Ronahî. Ez wek ciwanê Şehba îxanetê şermezar dikim.
Bi lêkirina sînora, dixwaze gelê me ji hev qût bike, şer bike, li çiya Gerîla şehîd dixe, dewleta tirk. Em weke Ciwan emê berxwe bidin û berxwedaniya me wê serkeftinê misoger bike.
Bimire îxanet ..