QAMIŞLO – Ji ber êrîşên artêşa dewleta dagirker û qirker, yên li ser herêmên Parastina Medya û tevahî qadên ku gerîla lê bicih dibin de, Jinên ciwan bi ajansa me re axivîn û bertek û hêrsên xwe yên li hember dagirkeran nîşan dan û gotin; “Helwesta me wê timî li ser esasê tolhildanê be, em ê têkoşîna gerîlayên şehîd ketine û li berxwe didin biparêzin û wê tolhildana ji dagirkeriyê her di armanca me de be.”
Hûn nikarin vîna gelê ku bi fikir û îdeolojiya Rêber Apo hatiye rêxistinkirin bişkînin
Lînde di axaftina xwe de diyar kir ku bi van êrîşan konfederalîzma demokratîk a bi fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye afirandin kirine hedef xwe. Lînde bal kişand ku helwesta wan a li hemberî van êrîşan wê hîn rêxistinî bibe û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di heman demê de em di rewşa dawî ya li Başûrê Kurdistanê de careke din dibînin ku dewleta Tirk dijminê me yê dîrokî ye. Ji aliyê din ve xiyaneta PDK’ê li ber çavan e. Xiyaneta PDK’ê, hevkarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo tinekirina nasnameya me ye, hemû hêzên îxanetkar jî piştgiriya wan dikin. Ger rêxistina gelên demokratîk a ku Rêber Apo pêşxistiye pêk were, îxaneta PDK’ê nikare li ser bijî û vê yekê baş dizanin. Bi vê yekê dixwazin sînorê Şengal û Rojava û yekîtiya gelê Kurd bişkînin. Bi van êrîşan nikarin vîna gelê ku bi felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dike bişkînin. Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan ancax dikarin bi rêxistinkirina xwe bersivê bidin îdeolojiya ku Rêber Apo ji bo jin û ciwanan pêş xistiye û êrîşên dijmin pûç bikin.
Helwesta me wê timî li ser esasê tolhildanê be, em ê têkoşîna gerîlayên şehîd ketine û li berxwe didin biparêzin û wê tolhildana ji dagirkeriyê her di armanca me de be.”
Yên ku xeyal dikin gerîlayên azadiyê bidawî bikin, ewê bi dawî bibin
Jina ciwan Narîn ya ji bajarê Kobanê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û xeta îxanetê yên PDK’ê ên li ser qadên parastina medyayê ji ajansa me re axivî, wiha got: “Êrîşên li dijî gerîla yên bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê tê, wê tu carî encam negire û îradeya gerîla nikaribe bişkÎne. Dibe ku balafirên me nebin, lê bi teknîka xwe nikaribin hêza gerîla têk bibin. Divê Erdogan bizane ku em bi yek dikevin, lê em bi dehan, bi sedan ji wan dikevin. Yên ku dixwazin gerîla biqede, bila baş zanibin ku yê bi dawî bibe ew in.
Weke ciwanên şoreşger û jinên ciwan em ê bi vîn, fikir û çalakiyên xwe dijmin têk bibin.”