NAVENDA NÛÇEYAN – Li Şengalê hemwextê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li Heremên Parastina Medya ya bi hevkariya PDK’ê, artêşa Iraqê jî li Dîgurê êrîşê noqteya Asayîşa Êzîdxanê kir.
Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê şeva 17’ê Nîsanê li Heremên Parastina Medya dest bi êrîşeke nû ya dagirkirinê kir.
Hemwextê van êrîşan artêşa Iraqê jî li Şengalê dest bi êrîşê kir. Seytereya ku derbasî komelgeha Dîgurê dibû ku di deste Asayîşa Êzîdxanê de bû, artêşa Iraqê xwest ku vê seytereyê ji destê Asayîşa Êzîdxanê bigire. Bi vê armancê artêşa Iraqê êrîşê seytereyê û Asayîşa Êzîdxanê kir.
Di encama êrîşa artêşa Iraqê de şer û pevçûn derketiye û berdewam dike.