NAVENDA NÛÇEYAN – Operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek cihan tên protestokirin.
Artêşa Tirk ya dagirker li hemberî berxwedana bêhempa ya gerîla, êrîşên xwe zêde dike. Li hember vê Ciwan li dijî dagirkeriya li Tirkiye û Kurdistanê çalakiyan lidar dixin.
Ciwanên Edeneyê li hember banga DGH û DGK-H’ê ya li dijî Operasyona Dagirkeriyê banga çalekiyê dike bersiva yekemîn dan. Ciwanên ku li dijî operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk meşiyan gelek caran bê navber dirûşmeyên “Ciwan fedaiyê Rêber Apo”, “Bijî Berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” qîriyan.
Ciwanên DGH’ê diyar kirin ku heta êrîşên dagirkeriyê dewam bikin, ew ê hemû qadên jiyanê veguherînin dojehê.