NAVENDA NÛÇEYAN – Operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a faşîst li hemberî berxwedana bêhempa ya gerîlayan rû da, leşkerên ku asê mabûn ji hin cihan neçar man birevin û li hin cihan jî li çarenûsa xwe hiştin.
Operasyona dagirkeriyê ya 24 saetan li pey xwe hişt, windahiyên artêşa Tirk yek bi yek diyar dibin.
HPG’ê diyar kir ku di 24 saetên destpêkê de nêzî 70 leşkerên Tirk ceza kirine, nasnameyên leşkerên hatine kuştin yek bi yek derketin holê.
Agahiyên nasnameyê yên ewil aîdî ex kesê di wêneyê de ye û ew jî personelê qaşo hêzên taybet Ömer Delibaş e.