NAVENDA NÛÇEYAN – Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hiccet Ûmûî ya Rojhilatî yên di Girtîgeha Girtî ya Islahiyeyê de ne, li dijî kirinên neinsanî yên di girtîgehê de di 6’ê Avrêlê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kir.
Girtî demek berê gava ji Mêrdînê sewqî Girtîgeha Islahiyeyê ya Dîlokê hatibûn kirin, rastî lêgerîna bi şilfîtazî hatibûn.
Serokê Şaxê IHD’a Dîlokê Sînan Taştekîn ê hevdîtin bi girtî û rêvebiriya girtîgehê re kir, ragihand ku hejmara yên di grevê de bûye 7.
Taştekîn diyar kir ku Reşît Dayan û Ûgûr Ûyar di roja pêncan a çalakiyê de Umît Ozen jî roja heştan a çalakiyê tev li grevê bûne.
Taştekîn ragihand ku wî rû bi rû hevdîtin bi sê girtiyan re kiriye da xuyakirin ku girtiyan wiha gotiye: “Di serjimartina rojane de sermijartina li ser pêyan û bi deng li me ferz dikin. Dema çûn û hatina ji bo axaftina bi telefonê me bi awayê rêza leşkerî didin meşandin. Gava serjimartinê em nekevin nizama leşkerî bi fizîkî tundûtûjiyê li me dikin. Pirsgirêk û binpêkirinên di girtîgeha em tê de hene di girtîgehên din de nîn in.’’
Taştekin ev tişt gotin “Di girtîgeha Islahiyeyê de kirinên xerab bûne tiştên ji rêzê. 14 roj in grev berdewam e. Daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ev in; daxwaza wan nêzîkatiyeke bi insanî, huqûqî, adilî û gerdûnî ye. Nîzama jiyana leşkerî qebûl nakin. Ev kirin kirinên serdema cehaletê ne. Rêxistinên heq û huqûqê yên xwecihî û navneteweyî divê deng bidin vê yekê. Heke daxwazên wan pêk werin wê greva xwe bi dawî bikin. Divê Wezîriya Dadê, Yekîtiya Baroyan li hember vê greva 14 roj in berdewam e xwe bêdeng nekin.”
Hat zanîn ku dê Nûnêriya Dîlokê ya Komeleya Hûqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) jî biçe serdana girtî û rêvebiriya girtîgehê.