QAMİŞLO – Endamên YPG’ê di derheqê êriş û polîtîkayên Dewleta faşîst ya Tirk de Ajansa me Nûçe Ciwan re axivî. Endamên YPG bang li ciwanên derketine derveyê welat kir û diyar kirin ku werin û tevlê nava YPG-YPJ ê bibin.
Tevahî axaftinên Endamên YPG’ê wiha ne:
Navê min Kato Marînos e. Ez li Qamişloyî me. Armanca dewleta tirk a dagirker tine kirina gelê kurd e, gelê kurd îro berxwe didin hêzekî vî gelî çêbûye ku karibe kurdistanê tevahî dagirkeran biparêze. Ez banga tevahî ciwanên kû derketine dervî welat kû vegerin û cihê xwe nava refên YPG,YPJ û QSD ê de bigrin jibo ku em welatêxwe bibarêzin ger em neparêzin kesek nayê me naparêze. Serkeftin ya me ye. Dê doza me ser bikeve.
Ciwanê Ereb ê ku bi navê Demhat Şêrzad jî axivî û got:
Ez di sala 2013 tevlî refên YPG bûm, armanca min ku ez karibim zilmê ji ser gelê xwe rakim û parastina axa xwe bikim. Dewlata tirk a faşist dixwaze gel tune bike em jî vî tiştî qet qebûl nakin û destur nadin ku zilm û zordarî ser me bikin. Banga min ji ciwanên ji welat derketine ku vegerin û parastina welatê xwe bikin.