ŞEHBA- Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk erazîbûnên gel û ciwanan li seranserê Kurdistan û Ewropayê didomin. Li Rojavayê Kurdistanê pêşengtiya çalakiyên dijî dagirkeriyê ciwan dikin.
Îro jî Tevgera Ciwanên Şoreşger li Şehba navçeya Ehezê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi her çûreyê qirkirin, pişaftin,li hemberî gelê û me li hemberî gerîla dimeşîn e. Dewleta faşîst li Avaşîn, Zap, Metîna bi hemû hêza xwe bombe baran dike.
Lê ewên li hemberî berxwedaniya gerîla bin bikevin. Dewleta tirk dixwaze berxwedaniya 44 salan binpê bike .
Lê em weke ciwanên Apoyî emê faşîzima tirk binpê bikin. Di axa Kurdistan de, berxwedaniya Apocîtiyê wê serkeftinê misoger bike.
Berdewamiya daxuyaniyê de ciwanan diyar kir ku ew wek ciwanên Kurdistanê amadene ku li dijî dagirkirina Kurdistanê li gel gerîla cihên xwe bigrin û şer bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan soza serkeftinê dan.