BÛRSA – Li navçeya Orhangazî ya Bûrsayê, otobuseke ku gardiyan tê de bû, dema ku derbas dibû teqînek çêbû. Di bûyerê de li gorî agahiyên destpêkê kesek mir, 9 kes jî birîndar bûn.
Wesayît kişandin stasyona sotemeniyê. Sedema teqînê tê lêkolînkirin.
Di demên dawî de gelek caran derketiye pêş ku gardiyanên ku weke xizmetkarên dewleta Tirk a dagirker, îşkence li girtiyan kirine. Balkêş e ku wesayîta ku ev hevkar tê de bûn di pêvajoyeke wiha de teqiya.