LONDON – Li paytexta Brîtanya Londonê Ciwanên Kurdistanî bi dirûşmên “Terorîst Barzanî” pêşî li karwanê wesayîtên Mesrûr Barzanî girtin û dan ber hêkan.
Ev du rojin Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Brîtanyayê ye, Kurdistaniyan îro di dema derbasbûna karwanê wesayîtên Barzanî de nerazîbûn nîşandan û dirûşmên wek, “Terorîst Barzanî”, “Kole” gotin û wesayîta wî dan ber hêkan.
Di çalakiyê de Kurdistaniyan wêneyên rojnamevanên li Herêma Kurdistanê hatine qetilkirin û çalakvanên Behdînanê bilindkirin.
Çalakiya Kurdistaniyan berdewame, polîsan dor li avahiya ku Barzanî têde ye girtine.