ÎZMÎR – Di saetên serê sibehê de polisan li Îzmîrê bi ser malan de girtin û 4 xwînerên kovera Partîzan û Ciwaniya Demokrat a Nû (YDG) binçav kirin.
Di serdegritinan de polisan Zilan Tayboğa, Sude Yudum Kılıç, Hasan Benli, Mehmet Kasak binçav kirin. Ji ber biryara nepeniyê ya li ser dosyayê sedema binçavkirinan nehat zanîn û hat hînbûn ku derbarê wan de biryara binçavkirina du rojan heye.
Polisan her çar kesan jî birin Miduriyeta Polisan a Îzmîrê.