QAMIŞLO – Xwepêşandêran alên Hêzên Parastina Gel (HPG), wêneyên rêber Abdullah Ocalan, gerîla û şehîdên şerê li dijî DAIŞ`ê û artêşa Tirk a dagirker hildan.
Xwepêşandan hîna berderwam e.
Bi destpêkirina êrişên qirkirinê yên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê di 17`ê Nîsanê de, xwepêşand li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek welatên Ewropayê dest pê kirin.