AMED – Dewleta Tirk a dagirker ji bo qirkirina Kurdan hemû êrîşên li ser gel dibîne. Herî dawî jî dewleta Tirk a dagirker êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Lê belê dewleta Tirk a dagirker û artêşa wî li berxwedana gerîla qelîbî.
Dewleta Tirk a dagirker ku ji destê gerila derbe li ser derbeyan dixwe, li metropolan jî ji aliyê ciwanan ve derbe dixwe. Yekîneyên DGH’ê piştî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da û got, “Em weke DGH û DGK-H dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wi PDK’ê ku berpirsyarê vê êrîşê ne hesap pirsînê, weke erka xwe ya sereke dinirxînin û diyar dikin ku emê bi ruhê tolhildanê hesab ji wan bipirsin.”
Yekîneyên DGH’ê herî dawî ragihandin ku li Taxa Baglar a navçeya Farqînê çalakiyek li dar xistine.
DGH’ê têkildarî çalakiyên xwe ev agahî parve kir:
Di saet 22:00’an de 4 trafoyên TEDAŞ’ê yên alîgirên AKP-MHP’ê yên li kolana Firat Simpil a navçeya Baglarê hatin rûxandin. Polîsên dagirker 3 saetan tax dorpêç kirin û lêpirsîn a GBT’ê kirin. Di dema ku dijmin di malên kevin ên wêranbûyî li yekîneyên me digeriyan de, ji alîye yekîneyên me ve bombeyeke bi destan çekirî hate avetin. Bi teknîka xweparastinê yekîneyên me careke din li dijmin xistin û di encamê de 2 polîs birîndar bûn.