MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê û hevkariya PDK’ê meşek meşaleyî hate lidarxistin û êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê hate şermezarkirin.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di bin pêşengtiya xwendevanan de ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Herêmên Parastina Medyayê û hevkariya PDK’ê meşek meşaleyî hate lidarxistin. Meş bi tevlîbûna bi hezaran xwendevanan, li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û heta li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan. Di meşê de alên PKK, YJ-A STAR, HPG û PAJK û pankartên ku li ser ‘Bi şerê Gel û Gerîla, emê Zapê ji faşîzmê re bikin goristan’, ‘Bi berxwedana Zapê, ciwan wê xiyanetê têk bibe’ û ‘Kurmê dara Kurdistanê, Barzaniye’ hatibûn nivîsîn, hatin hildan. Herwiha bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Gerîla’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bimire îxanet’ hatin berz kirin.
Piştî ku meş gihişte ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li wir wêneyê dîktator Erdogan û Mesrûr Barzanî ji aliyê ciwanan ve hat şewitandin. Ji bo tevahiya şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclisa Ciwanan Viyan Budak daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
“Rejîma faşîst a AKP-MHP ya ku di 2016’an de bi operasyona Çukdanînê dayî destpêkirin, di sala xwe ya 7’an de dewam dike. Rejîma faşîst a ku plan dikir gelê Kurdistanê di hundirê salekê de teslîm bigre, rastî berxwedanekî bê hempa ya gel û gerîla hat. Yên ku plan dikirin çuk li me bitewînin, ew bi xwe çuk tewandin. Di salên derbasbuyî de ev heqîqet hat raberkirin û mînakên wê yên di dîrokê de neyî, hatin îspatkirin. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ya ku bi dîlgirtina Rêber Apo destpêkirî, îro bi hemû hêza xwe ve berdewam dike û di cîhanê de ji bo dîzayîna nû hemû welat di hewildana parastina axa xwe de ne, bi taybet Rojhilata Navîn û welatê me Kurdistan di ber pêla wan êrîşan de ne.
Hevalên hêja, rêjîma faşîst a AKP-MHP bi hevkariya PDK’ê di 23’yê Nîsana 2021’an de bi êrîşa xwe ya ku bi hemû cure teknîka xwe ya qirêj û bê exlaqane êrîşê gerîla kirin; dixwastin Tevgera Azadiyê û gelê Kurd tasfiye bikin, lê di encama berxwedana bê hempa ya gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ser neketin. Di 17’ê Nîsana 2022’yan de cardin bi hemû hêza xwe ve û bi hevkariya PDKê êrişê gerîla kirin, ruxmê hemû êrişên bê exlaqane rastê gurzê gerîla hatin û di beşa destpêkê de tar û mar bûn û gerîla bi berxwedana xwe Destana Zapê ya ku biribû kabûsa Dewleta bêbext a Tirk cardin nivîsandin.
Hevalên hêja em jî weke Yekitiya Xwendevanen Azad (YXA), Tevgera Jinên Ciwanên Mexmur û Tevgera Ciwanên Mexmur bang li hemû Ciwanên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku ne tenê bi piştgirî, divê êdî li kêleka gerîla cihê xwe bigrin û bi gotina Şehîd Reşîd Serdar ya ku digot: ‘Eger lingê gel û gerîla bibe yek, ne tenê dijmin, siya dijmin jî li ser xaka xwe nahêlin.’ Bi vê gotinê re em bang li hemû ciwan û gelê xwe dikin. Em her derê ji dagirkeran re bikin agirê dojehê û lingê dagirkerîye bişkînin.
Li ser vê esasê, hemû şehîden pêgava Bazên Zagrosê û Cenga Xaburê û di şexsê Şehîd Şaristan Farqîn de cardin biryardariya xwe ya bi şehîdên xwe re dubare dikin û diyar dikin ku şerê pêşiya me de herdem bi vê rihê re di nava berxwedanê de bin. Em soza pêkanîna armanc û xeyalên şehîdên xwe didin û ala ku wan teslîmê me kiriye heya serkeftinê bibin.”
Piştî daxuyaniyê, çalakî bi dirûşmeyên ‘Bimire îxanet’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ bi dawî bû.